Îsraîlê bi ‘gefê’ bersiva naskirina yekalî ya Fîlîstînê da
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar nerazîbûn nîşanî planên hin welatên Rojavayî ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê da û got, gaveke wiha dibe Îsraîlê neçarî “tedbîrên yekalî” bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar nerazîbûn nîşanî planên hin welatên Rojavayî ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê da û got, gaveke wiha dibe Îsraîlê neçarî “tedbîrên yekalî” bike.
Saar li Qudusê di civîna çapemeniyê ya hevpar de ya bi Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Løkke Rasmussen re axivî.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron meha Tîrmehê ragihandibû ku wê welatê wî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha Îlonê de dewleta Fîlîstînê nas bike. Piştre Kanada, Awûstralya û Belçîka jî ragihandin ku ew ê jî heman gavê bavêjin. Îngilistanê jî di Tebaxê de ragihandibû ku eger li Xezeyê agirbest çênebe, ew ê beşdarî pêvajoyê bibe.
Saar got, “Dewletên mîna Fransa û Îngilistan, ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê zext pêk anîn û bi vî rengî şaştiyek mezin kirin.” Saar îdîa kir ku naskirina dewleteke ji pêvajoya aştiyê cuda, wê pêşiya aştiyê hîn zehmettir dike.
Saar ev hişyarî da: “Ev yek wê Îsraîlê neçarî tedbîrên yekalî bike.” Lê ev tedbîr wê çi bin, hûrgûlî nedan.